NÛÇEYÊN KURDÎ

PARLEMENTERÊN YSPÊ YÊN AMEDÊ Û LIJNEYA PÊ RE AMED RADYO TV ZÎYARET KIRI

Wekîlên Partîya Çepên Kesk yên Amedê, digel lijneya xwe serdana AMED RADYO TV kirin

PARLEMENTERÊN YSPÊ YÊN AMEDÊ Û LIJNEYA PÊ RE AMED RADYO TV ZÎYARET KIRI

Wekîlên Partîya Çepên Kesk yên Amedê, digel lijneya xwe serdana AMED RADYO TV kirin

Di 23’ê Tîrmehê de li îstasyona belavkirina weşanê ya Amed Radyo TV ya li Talaytepe ya navçeya Kayapinara Amedê dizî pêk hat û weşana radyo û televîzyona me hefteyekê qut bû.

Parlamentera Partîya Çepên Kesk a Amedê Sevilay Çelenk Ozen bi Ceylan Akça Cûpolo, Serhat Eren û heyeta pê re, ji bo piştgirî û piştevanîyê serdana Rêvebirê Amed Radyo TV Ferat Mehmetoglu kir.

Şandeya Partîya Çepên Kesk, dîyar kir ku Amed Radio TV dengê gel e û wan kedeke mezin daye gelê Amedê û ji ber keda wî Ferat Mehmetoglû pîroz kir û spasîya xwe pêşkêş kirin.

Rêvebirê Giştî Mehmetoglû, ji ber serdana heyeta Partîya Çepên Kesk jî spasîya serdana wan kir, ji ber derengketina serdanê jî gazinên xwe dîyar kir.

Mehmetoglû, da zanîn ku ev gazin ne tenê li Partîya Çepên Kesk tê kirin û dîyar kir ku ev gazin ji hemû sazîyên sivîl ên Amedê ku pirsa wan nekîye jî tê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.