NÛÇEYÊN KURDÎ

JI KESÊN KU NÛ DIZEWICIN RE 150 HEZAR TL KREDÎYA BÊ FAÎZ

Pêşnûmeya dayîna desteka kredîya bêfaîz ji bo kesên ku nû bizewicin hat amadekirin.

JI KESÊN KU NÛ DIZEWICIN RE 150 HEZAR TL KREDÎYA BÊ FAÎZ

Pêşnûmeya derbarê Bankaya Malbat û Ciwanan a ku ji alîyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat eşkerekirin, wê hefteya bê bikeve rojeva Meclîsê.

Pêşî bi rêya bankê 150 hezar lîre kredîya bêfaîz ji bo kesên nû dizewicin bê dayin, 2 salên ewil bê pere û di nav 5 salan de bi teqsîdan bê dayîn.

Ji bo pakêta kredîyê wê pêşî li welatîyên li herêma erdhêjê dijîn bê dayîn.

Ciwanên ku dixwazin ji kredîyê sûd werbigirin wê bi rêya E-Dewlet serî lê bidin. Di dema dîyarkirina mîqdara kredîyê de, wê rewşa dahata kesan were girtin. Sînorê temenê derbasdar wê paşê were ragihandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.