NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HEZRO’YÊ TAXEK EV 3 ROJ E DI TARÎYÊ DE YE

Li Hezroyê taxek ji ber ku ronahîya kolanan naxebite di tarîyê de ma.

LI HEZRO’YÊ TAXEK EV 3 ROJ E DI TARÎYÊ DE YE

Ji ber ku di mehên zivistanê de roj zû ava dibe û mija ku di van rojên dawî de li seranserê Amedê didome û lambeyên ronîkirina kolanan naxebitin, welatî mexdûr dibin.

Welatîyên li Taxa Hurrîyet a navenda Navçeya Hezroyê dijîn ji ber ku lambeyên kolanan nexebitin 3 roj e di tarîyê de mane.

Welatîyên Hezroyê ji navenda me ya nûçeyan a Amed Radyo TV re ragihandin ku ji rayedaran daxwaz dikin ku di demek herî kin de ji vê pirsgirêkê re çareserîyek bibînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.