NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA DEVA DERBARÊ ÊRÎŞÊ DE PEYAMA ŞERMEZARKIRINÊ WEŞAND

Serokatîya Bajarê Amedê yê Partîya DEVA ji ber êrîşa bi molotofê li dijî avahîya Rêxistina Navçeya Licê ya partîya wan, peyama şermezarinê weşand.

PARTÎYA DEVA DERBARÊ ÊRÎŞÊ DE PEYAMA ŞERMEZARKIRINÊ WEŞAND

Serokatîya Bajarê Amedê yê Partîya DEVA ji ber êrîşa bi molotofê li dijî avahîya Rêxistina Navçeya Licê ya partîya wan, peyama şermezarinê weşand. Kes an jî kesên nasnameya wan nedîyar bi molotofan êrîşê avahîya Navçeya Licê ya Partîya DEVA kiribûn. Di encama êrîşê de camên avahîya navçeyê xisar dîtin. Serokê Amedê yê partîya DEVAyê Cîhan Ûlsen êrîşa li dijî avahîya navçeyê şermezar kir û bang li hêzên ewlehîyê kir ku divê tavilê berpirsên êrîşê derxin holê. Derbarê mijarê de Endamê Lîjneya Rêveberîya Amedê ya partîya DEVAyê Devran Sinanoğlu da zanîn ku partîya wan li dijî tundîyê xwedî helwesteke zelal e û wiha got; “Em tu carê dev ji çanda dîyalogê ya sîyasetê berneda û em ê dev jê bernedin.” Sinanoğlu bal kişand ku ew ê êrîşê bişopînin û wiha got; “Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş êrîşa li dijî demokrasîyê ye. Em daxwaz dikin ku berpirs û alîgirên vê bûyerê tavilê bên girtin û bi cezayê ku heq dikin bên ceza kirin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.