NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA SAADETÊ LI AMEDÊ HEVDÎTINA “GEL Û WEKÎL” LIDARXIST

Serokê Partîya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn û Alîkarê Serokê Giştî û Wekîlê Stenbolê Mûstafa Kaya di çarçoveya "Hevdîtina Gel û Wekîl" de li ser mijarên wekê hilbijartinên herêmî, êrîşa li Amedsporê û derbarê mijara Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû pirsên endamên çapemenîyê û nûnerên sazîyên sivîl ên civakê bersivandin.

Alîkarê Serokê Giştî û Wekîlê Stenbolê Mûstafa Kaya li ser pirsa hilbijartinên herêmî wiha bersiv da, “Em ê bi logoya partîya xwe bikevin hilbijartinê. Em vê armanc dikin. Em ji bo vê yekê pir dixebitin.”

Kaya, derbarê êrîşa li dijê kluba Amedsporê ya di maça Sarîyerê de pêk hatibû de jî wiha got: “Divê ez bi zelalî bibêjim ku nêzîkatîya ku di maça werzîşê de nefretê çêdike nayê qebûlkirin. Amedspor jî ya me ye, klûbên din jî yên me ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.