NÛÇEYÊN KURDÎ

PEYARÊYÊN TAXA HÛZÛREVLERÎ YA AMEDÊ XETERNAKÎYÊ ÇÊDIKE

Peyarêyên ji hev de ketî yên taxa Hûzûrevlerîyê ya Kayapinarê ya Amedê ev 5-6 meh in çênakin û welatî ji ber vê yekê gelek zehmetî dibînin.

PEYARÊYÊN TAXA HÛZÛREVLERÎ YA AMEDÊ XETERNAKÎYÊ ÇÊDIKE

 

Peyarêyên ji hev de ketî yên taxa Hûzûrevlerîyê ya Kayapinarê ya Amedê ev 5-6 meh in çênakin û welatî ji ber vê yekê gelek zehmetî dibînin.

Welatîyên taxê ji ber peyarê ji hev de ketine mecbûr dimînin li ser rê bimeşin û ev yek jî metirsîyek mezin çêdike. Şênîyên taxê dîyar kirin ku kamyonên çopê zirarê dane peyarêyên taxê û wiha gotin: “Ev 5-6 meh in peyarêyên me bi vî awayî ne. Peyarêyên ser rêya dibistanê jî ji hev de ketîye, ji bo vebûna dibistanan demek kurt maye lê ev yek hê nehatîye çareserkirin. Em bang li rayedarên Şaredarîya Kayapinarê dikin bila van peyarêyan çêbikin. Ev peyarê nemaze ji bo zarokan xeternakek mezin e. Divê demildest ev yek çareser bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.