NÛÇEYÊN KURDÎ

PISÎKA BI NAVÊ ‘ZENA’ JI BIN KAVILÊ DÎYAR GALERÎAYÊ HAT RIZGARKIRIN

Ji ajalên ku di bin kavilên avahîya Dîyar Galerîayê de asê mabûn, jê du heb hatin rizgar kirin.

PISÎKA BI NAVÊ ‘ZENA’ JI BIN KAVILÊ DÎYAR GALERÎAYÊ HAT RIZGARKIRIN

Ji ajalên ku di bin kavilên avahîya Dîyar Galerîayê de asê mabûn, jê du heb hatin rizgar kirin.

Li Amedê avahîya navenda kar ya Dîyar Galerîayê ku di erhêjê de hilweşîya bû, ji bo sîteya jora wê ya ku bi sedem xisareke giran dîtîye, dest bi hilweşîna wê ya bi kontrol hat kirin. Di heyama xebata hilweşîna bi kontrol de pisîkek sax di avahîyê de xuya kir û xebat hatin rawestandin. Pisîka ku piştê xebata bi saetan domand, ji bin kavilan hat rizgarkirin. Pisîka navê wê Zena bû, ji alîyê Midûrê Daîreya Tenduristîyê ya Şaredarîya Bajarê Amedê Kasim Aydin ve  hat tedawî kirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Amedê Veysel Kizilay daxuyanî da û dîyar kir ku wan ji 4 pisîkên di avahîyê de tenê yek jê rizgar kirin e. Ji bo pisîkên din jî bên rizgar kirin xebat berdewam in. Pisîka hatîye rizgar kirin, piştê dermankirinê wê teslîmê xwedîyê wê bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.