NÛÇEYÊN KURDÎ

PISMAMÊ WEZÎR KÛRÛM 2 KESAN KUŞT

Li Konyayê Osman Kûrûm ku pismamê Wezîrê Guherîna Îqlîm, Bajarsazî û Hawirdorîyê Mûrat Kûrûm e, du kesan kuşt.

PISMAMÊ WEZÎR KÛRÛM 2 KESAN KUŞT

Li Konyayê Osman Kûrûm ku pismamê Wezîrê Guherîna Îqlîm, Bajarsazî û Hawirdorîyê Mûrat Kûrûm e, du kesan kuşt.

Li gor îdîayan Osman Kûrûm û Huseyîn Încekara ji ber nelihevkirina erazîyê dest bi nîqaşê kirin. Hat dîyarkirin ku hevjîn û lawê Încekara jî tevlê nîqaşê bûn. Piştê nîqaş mezin bû di navbera wan de pevçûn derket û Osman Kûrûm çeka xwe bera Huseyîn Încekara û hevjîna wî Fadîm û lawê wî Mucahît da. Malbata Încekara ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê lê digel hemû midaxeleyan Huseyîn û Fadîm Încekara jîyana xwe ji dest dan. Hat dîyarkirin ku Osman Kûrûm ji cîhê bûyerê revîya. Jendirme ji bo qefaltina Osman Kûrûm xebat dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.