NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ 3 MEH Û NÎVAN DI BIHAYÊ BENZÎNÊ 1.52 TL ERZANÎ TÊ HÊVÎ KIRIN

Di van demên ku her roj li bihayê neftê zem tê kirin, piştê 3 meh û nîvan tê dîyar kirin ku di bihayê neftê de wê erzanî pêk were.

PIŞTÊ 3 MEH Û NÎVAN DI BIHAYÊ BENZÎNÊ 1.52 TL ERZANÎ TÊ HÊVÎ KIRIN

Di van demên ku her roj li bihayê neftê zem tê kirin, piştê 3 meh û nîvan tê dîyar kirin ku di bihayê neftê de wê erzanî pêk were.

Piştê bihabûna nefta Brent, guhertina biha û zêdebûna KDV û OTV, li Tirkîyeyê bihayê neftê her roj diguhere. Li gor agahîya ku ji çavkanîyên pîşesazîyê hat dayîn, hat dîyarkirin ku ji bo koma mazotê lîreyek û 52 quruş erzanî tê payîn, ku wê ji 18ê tebaxê pê ve bikeve merîyetê.

Daxistina dawî ya ku ji koma mazotê re hat kirin 49 quruş bû ku di 5ê Gulanê de berîya hilbijartinên 14ê Gulanê hatibû kirin. Li gor bihaya neftê ya niha li Amedê lîtreya mazotê bi 39 lîre û 50 quruşan, lîtreya benzînê jî bi 38 lîre û 90 quruşan, LPG jî bi 16 lîre û 30 quruşan tê firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.