NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ BI DAWÎBÛNA AGIRBESTÊ LI GAZE’YÊ 240 KES HAT KUŞTIN

Piştê agrbesta di navbera Îsraîl û Hamasê bi dawî, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gaze'yê de 240 kes hatin qetilkirin.

PIŞTÊ BI DAWÎBÛNA AGIRBESTÊ LI GAZE’YÊ 240 KES HAT KUŞTIN

Ji ber ku agirbesta demkî ya li Gazeyê bi dawî bû, di êrîşên artêşa Îsraîlê de zêdetirê 200 kes mirin.

 

Piştê ku agirbesta hefteyekê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de bi dawî bû, êrîşên li ser Gazeyê dîsa dest pê kirin. Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ya li Gazeyê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji danê sibê ve li ser Gazeyê de hejmara mirîyan derket 240î.

 

Di çarçoveya peymana pevguhertina girtîyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin de 81 rehîneyên îsraîlî ji Gazeyê û 240 Filistînî jî ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.