NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ BIRYARA FAÎZÊ YA BANKA NAVEND BIHAYÊ DOLAR Û EÛRO DAKET

Piştê ku Banka Navend rêjeya polîtîkaya faîzê wek 750 pûan zêde kir, bihayê dolar û eûro daket. Banka Navend ya Komara Tirkîyeyê di civîna xwe ya îro de biryarên polîtîkaya pere eşkere kir.

Piştê hilbijartinên 14ê Gulanê, Banka Navend li pey hev cara sêyemîn faîz zêde kir û rêjeya polîtîkaya ji sedî 17,5an, bi 750 puanan derxist ji sedî 25an. Piştê biryara Faîzê ya Banka Navend, dolar û euro ji sedî 2, nirxê xwe winda kir.

Dolar ê ku bi 27 lîre û 22 quruşan dest bi roje kiribû, daket 26 lîre û 67 quruşan. Euro ya ku bi 29 lîre û 68 quruşan dest bi rojê kiribû, hat li sînorê 29an rawestîya.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.