NÛÇEYÊN KURDÎ

80 SEROKÊN SÎYASÎ JI DCN’YÊ DAXWAZKIR KU NETANYAHU BÊ DARIZANDIN

80 serokên sîyasî ji nêzîkê 20 welatên Ewropa û Amerîkaya Latîn nameyek ji Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) Karîm Ahmed Khan re nivîsandin û daxwaz kirin ku "qirkirina Îsraîlê ya li Gazeyê raweste û Serokwezîr Binyamin Netanyahu û berpirsên din ên hikûmeta wî bên darizandin.

" Di nameyê de ji DCN hat xwestin ku sûcên şer ên Îsraîlê ji sala 2021’an vir ve li Filistînê dike, gaza fosforê ya ku bi kar tîne, êrîşên li ser kampên penaberan û bombeyên ku avêtine Nexweşxaneya El-Ehlî lêkolîn bike.

Ji alîyê din ve Sekreterê Giştî yê Podemosê Ionne Belarra li ser malpera partîya xwe daxuyanîyek parvekir û wiha got, "Em li hemberê vê qirkirinê bideng namînin û em destûr nadin. Pêwîste demildest gav bên avêtin û Ji bo dawî li vê hovîtîyê were û agirbest were teşwîqkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.