GÜNDEM

PIŞTÊ ERDHÊJÊ 1649 ZAROK TESLÎMÊ MALBATÊN WAN HATIN KIRIN

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, derbarê rewşa zarokên piştê erdhêjê bêkes mabûn de daxuyanî da.

PIŞTÊ ERDHÊJÊ 1649 ZAROK TESLÎMÊ MALBATÊN WAN HATIN KIRIN

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, derbarê rewşa zarokên piştê erdhêjê bêkes mabûn de daxuyanî da.

Wezîr Yanîk, dîyar kir ku ji hezar û 915 zarokên bêkes ên di pergalê de hatine qeydkirin, heta îro hezar û 649 zarok teslîmê malbatên wan hatine kirin. Di berdewama daxuyanîya xwe de jî Wezîr Yanik wiha got, “Halê hazir li nexweşxaneyan 174 zarok, di bin çavdêrîya sazîyên barastinê de jî 92 zarokên me heye. Ji bo dîyarkirina nasnameya wan jî, em bi Wezareta Navxweyî û Wezareta Tenduristîyê re bi hevkarî dixebitin.  Ji xeynî van, em hatin agahdarkirin ku 318 zarokên me yên ku me li nexweşxane û yekîneyên din tespît kirine jîyana xwe ji dest dane. Her wiha hinek ji wan zarokên ku em testa wan a DNAyê dikin, hinek jê hatine defin kirin û hinek jê jî dermankirina wan berdewam dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.