NÛÇEYÊN KURDÎ

POLÊSAN DAXUYANÎYA KOMELEYA HEKÎMÊN MALBATÊ ASTENG KIR

Komeleya Bijîşkên Malbatê ya Amedê ji bo bidestxistina mafên aborî li ber Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê kom bûn û xwestin daxuyanîya çapemenîyê bidin. Polêsan daxuyanî asteng kir.

Di encama danûstandinên bi polîsan re berîya daxuyanîyê biryar hat dayîn ku li derveyê baxçeyê Midûrîyeta Tenduristîyê ya bajêr daxuyanî bê dayîn.

Lê bijişkan biryar dan ku daxuyanî nedin û dîyar kirin ku li kêleka rê daxuyanîya çapemenîyê ne ewle ye. Bijişkan ev rewş bi çepikan protesto kirin.

Serokê Federasyona Bijîjkên Malbatê ya Tirkîyeyê Dr. Kemal Noyan axivî û wiha got, "Em weke bijîjk, rîska ku jîyana mirovan bixe xetereyê qebûl nakin. Her wiha em vê tewr û feraseta ku îro li vir daxuyanîya me asteng dikin bi tundî şermeza dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.