NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: DIVÊ PROJEYA OTOBAN A AMED-RIHA DEST PÊ BIK

Ji bo destpêkirina projeya otoban a Amed-Rihayê bang li Meclîsê hat kirin

TANRIKÛLÛ: DIVÊ PROJEYA OTOBAN A AMED-RIHA DEST PÊ BIK

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ku di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de pirsgirêkên Amedê anî rojevê, behsa projeya otobana ku Amed hesreta wê ye kir.

Tanrikûlû; “Pirsgirêka otoban a Amedê heye.

Ji ber ku Amed navendeke sîyasî ye, ji alîyê vê hikûmetê ve hatibû terikandin û ji ber vê jî otobana ku ku digihije Rihayê, ji bo Amedê nehat projekirin.

Amed bajarekî dîrokî ye; Navenda sîyasî, çandî û her wiha pîşesazî ya herêmê ye.

Çavê hemû erdnîgarîyê li Amedê ye. Ji bo vê jî divê pirsgirêka otoban bê çareserkirin.

Tanrikûlû, dîyar kir ku li Hewzeya Herikîna Sarimê ya Navçeya Pasur a Amedê HES’ek nû tê plankirin û got, "Bi vê HES'ê re wê erdnîgarî têk biçe, hevsengî bên guhertin, divê dest ji vê bê berdan.

vê bê berdan." Tanrikûlu her wiha destnîşan kir ku Amed ji ber bobelata erdhêja navenda Mereşê bandoreke cidî dîtîye û dîyar kir ku gelek pirsgirêkên xanîyan ên welatîyan hene.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.