NÛÇEYÊN KURDÎ

PROF. DR. KILIÇ: EM Ê HAVÎNÊ LEHÎ, ZIVISTANÊ JÎ HIŞKESALÎ BIBÎNIN

Li Amed û bajarên herêmê tevê baran û lehîyê jî hişyarîya hişkesalîyê hat dayîn.

PROF. DR. KILIÇ: EM Ê HAVÎNÊ LEHÎ, ZIVISTANÊ JÎ HIŞKESALÎ BIBÎNIN

Li Amed û bajarên herêmê tevê baran û lehîyê jî hişyarîya hişkesalîyê hat dayîn. Serokê Beşa Bîyolojîyê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç, hişyarî da û pirsgirêkên ku ziwabûnê dikare bi xwe re bîne û tedbîrên pêwîst vegot.

Kiliç, destnîşan kir ku ava baranê di ser erdê re herikîye û xwe negihandîye binê erdê û wiha got, “Erdê têra xwe av venexwarîye û ji ber vê yekê dibe ku hişkesalî biqewim e. Yek ji pirsgirêkên mezin ên welatê me jî, yek jê hişkesalî ye û ya din jî germa zêde ye.”

Di berdewama axavtina xwe de jî Prof. Dr. Kiliç, wiha got, “Dibe ku di salên pêşîya me de wê baran kêm bibare û em ê bêhtir hişkesalîyê hîs bikin. Ji ber vê yekê her dilopek baran pir hêja ye. Divê em ava baranê berhev bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.