NÛÇEYÊN KURDÎ

PTT, DERBARÊ SEXTEKARÎYÊ DE HIŞYARÎ DA WELATÎYAN

PTT, derbarê kesên ku wek personelên radestkirina postayê hewl didin sextekarîyê bikin hişyarî da welatîyan.

PTT, DERBARÊ SEXTEKARÎYÊ DE HIŞYARÎ DA WELATÎYAN

 

PTT, derbarê kesên ku wek personelên radestkirina postayê hewl didin sextekarîyê bikin hişyarî da welatîyan.

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê PTTyê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku bi rêya lînkên xerab ên di SMS û e-mailên sexte de yên ku bi nav û logoya şîrîketê ji telefonên welatîyan re hatine şandin, hewl hatîye dayîn ku agahîyên banke û qerta kredîyê û agahîyên şexsî bên bidestxistin.

 

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, "Ji kesê ku di peyaman de tê gotin deyndar e, tê xwestin ku li ser lînkê bitikînin û li ser ekrana ku vedibe reqemên nasnameya xwe û plaqeya siwareyê binivîsin. Piştre bîlançoya deynê sexte tê nîşandan. Bi navê deyn tê xwestin ku bi qerta kredîyê bê dayin. Tê gotin ku ger deyn neyê dayîn wê cezayên pere li wî were birrîn."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.