NÛÇEYÊN KURDÎ

QANÛNA FONA MALBAT Û CIWANAN HATE QEBÛLKIRIN: WÊ QREDÎYA ZEWACÊ BIDIN CIWANAN

Qanûna avakirina Fona Malbat û Ciwanan li TBMMê hat qebûlkirin. Di çarçoveya fonê de ji ciwanên 18-27 salî re wê kredîya 48 mehan ku 2 sal teqsîd e bê dayîn.

QANÛNA FONA MALBAT Û CIWANAN HATE QEBÛLKIRIN: WÊ QREDÎYA ZEWACÊ BIDIN CIWANAN

Fona Malbat û Ciwanan wê ji alîyê lîjneya rêveberîyê ve bê birêvebirin. Lîjneya rêvebir wê xwedî destûr be ku projeyên ku jê re çavkanîyên ji fonê werin dayîn, mîqdara çavkanîyên ku wê werin dayîn û bernameyên lêçûnê dîyar bike.

Rêbaz û prensîbên xebatê yên fonê, çavkanî û lêçûnên fonê û rêgez û prensîbên dayîna çavkanîyan ji fonê wê bi rêziknameya wê ji hêla Serokkomar ve were derxistin û dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.