NÛÇEYÊN KURDÎ

QEDEXEYÊN HILBIJARTINÊ YÊN TÛRA DUYEMÎN DEST PÊ KIRIN

Qedexeyên hilbijartinê yên derbarê tûra duyemîn wê demjimêr 18.00’an de dest pê bikin û heta sibê êvarê wê bidomin.

QEDEXEYÊN HILBIJARTINÊ YÊN TÛRA DUYEMÎN DEST PÊ KIRIN

Qedexeyên hilbijartinê yên derbarê tûra duyemîn wê demjimêr 18.00’an de dest pê bikin û heta sibê êvarê wê bidomin.

Qedexeyên hilbijartinê yên berîya tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomarîyê îro dest pê dikin. Li gor salnameya hilbijartinê ya ji alîyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hatîye weşandin, serbestîya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê wê rojekê berîya hilbijartinê (27’ê gulanê) demjimêr 18.00’an de bi dawî bibin.

Gelemperîyê Tirkîyeyê wê sibê demjimêr di 08.00’an de dest pê bike û demjimêr di 17.00’an de bi dawî bibe. Ji destpêka demjimêrên serê sibê ve qedexeyên roja hilbijartinê tên sepandin.  Li gor agahîyên YSK’ê wê di 28’ê Gulanê de firotina vexwarinên bialkol bi awayekî demkî wê qedexe be.

Li gor vê yekê ji demjimêr 06.00’an heta 00.00’an wê vexwarina bialkol qedexe be.  Roja hilbijartinê wê cihên keyfxweşîyê yên weke qehwexane, kafeyên înternetê girtî bin. Loqantayên cihê keyfxweşîyê jî, tenê dikarin xwarin bidin. Dawet jî, ji demjimêr 18.00’an û şunde dikarin bên kirin.

Li jîngehan, ji bilî hêzên ewlehîyê wê kesek nikare çekê bi xwe re bigerîne.  Qedexeya propagandayê ku di 27’ê gulanê demjimêr 18.00’an de dest pê dike wê 24 demjimêran berdewam bike. Di 28’ê gulanê de heta ku sindoq bên girtin wê nûçe û weşanên propagandayê qedexe be.

Demjimêr di navbera 18.00’an û 21.00’an de wê nûçe û teblîxên derbarê hilbijartinê yên YSK’ê bêne weşandin. Piştê demjimêr 21.00’an, wê hemû weşan serbest bin. Her wiha YSK wê bikare vê demjimêrê bi pêş bixe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.