GÜNDEM

QETLÎAMA PIRSÛSÊ LI GELEK BAJARAN HAT BÎRANÎN

33 kesên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de di encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li navçeya Pirsûsa Rihayê de jîyana xwe ji dest dabûn, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê ku lê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn.

Xizmên kesên di qetlîamê de jîyana xwe ji dest dane, nûnerên gelek partîyên sîyasî, rêxistinên sivîl, komele û federasyonan û gelek welatî beşdarê bîranînê bûn. Bernameya bîranînê li gelek bajaran hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "di sala xwe ya 7'emîn de ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesê edalet" bi nivîsa Kurdî û Tirkî hat vekirin. Kesên ku beşdarê bernameyê bibûn li qada ku komkujî pêk hatibû gulan danîn û gelek caran dirûşmên “şehîdên Pirsûsê Namirin” bi deng kirin û wênayên 33 ciwanên ku hatibûn qetilkirin, hilgirtin. Piştê daxuyanîya li bîranînê, hat xwestin ku ji 33 ciwanan ku gorên wan li Pirsûsê ne bên dîtin. Lê belê serdana goristanê ji alîyê polîsan ve hat astengkirin û hat gotin ku, "Ev der goristan e, li vir çalakî nayên lidarxistin." Kesên ku beşdarê bernameyê bibûn bertek nîşanê astengkirinê dan û li ber goristanê daxuyanî dan. Bîranîn piştê daxuyanîyê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.