NÛÇEYÊN KURDÎ

RONÎ: EM BI KURDÎ BIAXIVIN, BIXWÎNIN Û BINIVÎSIN

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, sertîfîkayên mezûnîyetê pêşkêşê 300 xwendekarên ku di dersên bi zaravayên Kurdî, Dimilkî û Kurmancî dest pê kiribûn de serkeftî bûn kir.

Di qursa onlîne û rû bi rû de 500 kes  perwerdeyê dîtin. Qurs, wek “Asta Yekemîn”, “Asta Dûyemîn” û “Asta Sêyemîn” hate lidarxistin û 3 mehan berdewam kir. 200 kes bi Kurmancî û 100 kes jî bi Dimilkî bi perwerdehîya xwe sertîfîkayên xwe yên mezûnîyetê wergirtin.

Di merasîmê de Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, bal kişand ser girîngîya zimanê dayîkê. Ronî, wiha berdewam kir; “Niha tişta ku em ji siyasetmedarên Kurd dixwazin ew e ku siyasetek bi zimanê Kurdî hebe û siyaseta xwe bi Kurdî bikin. Em bi zarokên xwe re divê çi li malê, çi li kar û çi li kolanan û di her warê jîyana xwe de bi Kurdî biaxivin. Werin em bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Werin em zimanê Kurdî belav bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.