GÜNDEM

QEYÛMÊ AMEDÊ, 387 HEZAR TL WÊ BIDE YOÛTÛBER Û INFLUENCERAN

Derket holê ku Şaredarîya Bajarê Amedê ya ku di bin rêveberîya qeyûman de ye, ji bo 25 Yoûtûber û Influencerên (fenomenên medya civakî) ku tenê ji bo rojekê parvekirinan bikin wê nêzê 400 hezar lîre bide.

Dema ku lêçûnên nakok ên Şaredarîya Bajarê Amedê ya di bin rêveberîya qeyûm de berdewam dikin, li gor nûçeya Îsmaîl Ari ya ji BirGunê, qeyûmê Amedê wê di 14'ê Îlonê de îhaleya "çalakî û rêxistinên ku wê danasîna bajêr bikin" li dar bixe.

Di çarçoveya vê îhaleyê de hat dîyarkirin ku ji bo xebatên reklam û danasînê yên şaredarîyê yên ji bo rojekê ji Yoûtûber û Influenceran re tên dayîn.

Naveroka ku bê weşandin wê ji alîyê şaredarîyê ve bê dîyarkirin.

Pereyê ku ji alîyê Şaredarîya Amedê ve di bin navê "Xizmeta reklam û danasînê ya înteraktîf a li ser platformên medyaya civakî" de ji bo Youtuber û Influencaran di 5 kategorîyên cuda de bê dayîn wê bigêhêje 387 hezar û 500 lîre.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.