NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYÛM, QADA GEŞTÊ YA DEVEGEÇÎDÎ BÊ PERE DEWR KIR

Qeyûmê Şaredarîya Amedê, Qada Geştê ya Devegeçîdî bêpere radestê Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajar kir.

QEYÛM, QADA GEŞTÊ YA DEVEGEÇÎDÎ BÊ PERE DEWR KIR

Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Qada Geştê ya Devegeçîdî ya ku 2 sal berê bi 20 milyon lîreyê nû kiribû, bêpere radestê Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajar kir.

 

Meclîsa şaredarîyê ya ku ji memûrên qeyûmê pêk tê, di 13ê Mijdarê de li hev civîya û çend biryar girtin. Li gorê nûçeya Ajansa Mezopotamya, di van biryaran de veguheztina Qada Geştê ya Devegeçîdî ku li ser pêşnîyara Daîreya Pêşvebirina Çavkanîyan û Têkîlîyan hate nîqaşkirin.

 

Bi qerara ku hat girtin, ji Serokatîya Daîreya Pêşvebirina Çavkanîyan û Têkîlîyan re destûr hat dayîn ku Qada Geştê ya Devegeçîdî ya ku girêdayê Şaredarîya Bajarê Mezin e, tevê mal û milkên ên tê de bêpere ji Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajarê re were bê dayîn.

 

Di biryara ku meclîsê bi yekdengî girtibû de, hat dîyarkirin ku piştê pêvajoya veguheztinê bi dawî bû, qada parkê wê di çarçoveya xebatên perwerde, civakî, zanistî, werzîşî û çandî de bê bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.