GÜNDEM

HDP JI BO DOZA GIRTINÊ DI 10Ê ÇILE DE WÊ BI DEVKÎ XWE BIPARÊZE

Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo civîna xwe ya 10ê Çileya 2023an, doza ji bo girtina HDPê hatibû vekirin, xistîye rojeva xwe.

HDP JI BO DOZA GIRTINÊ DI 10Ê ÇILE DE WÊ BI DEVKÎ XWE BIPARÊZE

Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo civîna xwe ya 10ê Çileya 2023an, doza ji bo girtina HDPê hatibû vekirin, xistîye rojeva xwe.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, wê di roja dîyarkirî de li Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanîyeke bi devkî bide. Roja ku piştê îfadeya Şahîn bê dîyarkirin, HDP dê parastina xwe ya bi devkî bide. Lijneya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê, wê biryarê bidin ku gelo HDP wê bê girtin a na? Biryara ku di encama doza girtina partîyeke siyasî de hatîye dayîn, wê ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Cezayê Giran ve ji partîya siyasî ya têkildar re bê ragihandin û wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.