NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYÛMA ŞAREDARÎYA ÊLIHÊ BÛSTÊ CEGERXWÎN RAKIR!

Bûstê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn, ji alîyê Qeyûma Şaredarîya Êlihê ve ji cihê wê yê li parkê hat rakirin.

QEYÛMA ŞAREDARÎYA ÊLIHÊ BÛSTÊ CEGERXWÎN RAKIR!

Bûstê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn, ji alîyê Qeyûma Şaredarîya Êlihê ve ji cihê wê yê li parkê hat rakirin.

Bûstê Cegerxwîn ku di sala 2007’an de ji alîyê Şaredarîya Êlihê ve li Parka Kîne Em a Taxa Fatîhê hatibû danîn, ji alîyê Şaredarîya Êlihê ve ku di bin rêveberîya qeyûmê de ye, hat rakirin. Rêxistinên sivîl ên bajêr û Rêveberîyên Êlihê ya HDP'ê bertek nîşanê rakirina bûstê kirin û daxuyanîyek dan. Hevşaredarê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, dîyarkir ku qeyûm êrîşê nirxên Kurdan dike. Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Songul Korkmaz jî di daxuyanîyê de mafê axaftinê girt û wiha got; “Ev banga me ji bo Qeyûmê Êlihê ye. Em daxwaz dikin ku bûstê helbestvan û rewşenbîrê Kurd Cegerxwîn ku hatîye rakirin bila li cîhê xwe be. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberê vê bêhurmetîyê bertek nişan bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.