GÜNDEM

QEYÛMAN 700 KES DAXILÊ NAV KADROYA “XEBATKARÊN PEYMANDANΔKIR

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û şaredarîyên navçeyan ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin, hat îdîakirin ku bi rêya şîrketan herî kêm 700 kes di bin navê “kirîna xizmetê” wergirtibûn kar.

Bi vesazkirina qanûnê ya berîya hilbijartinê re ji bo kadroyan bide van kesan, xistin statûya “Xebatkarên peymandanî.” Ji bo ku 500 hezar personelên peyman pê re hatîye danîn û di qada cemawerîyê de dixebitin bibin kadro, xebata vesazkirina qanûnî hatibû kirin. Piştre jî Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî têkildarî mijarê metneke ji 12 xalan pêk dihat ji koma AKP’ê re şand. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi gavên vesazkirina qanûnî re hemwext, şaredarîyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin jî lez dan gavên “kadrokirinê. Ji bo ku xebatkarên peyman pê re danîn bike kadro, Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê lez da xebatên xwe û di vê çarçoveyê de 389 kes, Şaredarîya Peyasê 200 kes, Şaredarîya Sûrê 65 kes, Şaredarîya Yenîşehîrê jî 45 kes tev li kadroya personelên peyman pê re hatîye îmzekirin kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.