NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYMEQAM SÎNANOGLÛ SÎNORÊ LEZÊ YA KU 50 BÛ, JÊ 2 QAT ZÊDE DERBAS KIR

Daîreya Pispor a Trafîkê ya Sazîya Tiba Edlî (ATK) dîyar kir ku Qeymeqamê Navçeyê Server Sînanoğlûyê ku li Amedê bû sedema mirina zarokekî 13 salî, di dema qezayê de 2 qat zêde sînorê lezê derbas kirîye.

Qeymeqamê navçeya Kercewsê ya Êlihê Server Sinanoglû, di 15ê Tîrmeha 2022an de li navçeya Bismilê ya Amedê bi wesayîta qeymeqamtîyê li Mûhammed Çelîk ê 13 salî qelibandibû û di encamê de zarok jîyana xwe ji dest dabû.

Di rapora ku ji Daîreya Pispor a Trafîkê ya ATK'ê, ya ji alîyê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat xwestin de. Bi îdîaya "Bi îhmalkarî bûye sedema mirinê" Di lêkolîna ku li herêma sînorê wê yê lezê 50 bû, hat dîyarkirin ku leza Sinanoğlu ya dema qezayê di saetê de 100 û 110 kîlometre bûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.