GÜNDEM

ÊRÎŞKERÊ KOMKUJÎYA PARÎSÊ WÊ DERKEVE PÊŞBERÊ DADGER

Êrîşkerê ku li Parîsê bi çekan êrîşî Navneda Çanda Kurd ya Amet Kaya kir û di encamê de 3 kes qetil kir, wê îro derekeve pêşberê dadger.

ÊRÎŞKERÊ KOMKUJÎYA PARÎSÊ WÊ DERKEVE PÊŞBERÊ DADGER

Êrîşkerê ku li Parîsê bi çekan êrîşî Navneda Çanda Kurd ya Amet Kaya kir û di encamê de 3 kes qetil kir, wê îro derekeve pêşberê dadger.

Tê payîn ku dadwerê lêpirsînê, derbarê gumanbarê 69 salî yê ku di îfadeya xwe da "nîjadperestî"ya xwe qebûl kir û ji ber ku ji koçberan hez nedikir, sûcê "kuştin û teşebusa kuştinê" kirîye dozê veke. Di dema ku hin komeleyên Kurd ên li Fransayê ji dadwer ê ku lêpirsînê birêve dibe xwestin ku gumanbar bi sûcê "terorê", ne "nîjadperestî" were darizandin, hat ragihandin ku ev mijar di nav parêzerên li welêt de bûye sedema nîqaşên tund. Dozgerek li Parîsê jî gotîye ku êrîşkar li xwe mikur hat ku nefreteke "patolojîk" ya ji bîyanîyan heye. Di berdewamê de jî Dozger dibêje ku êrîşkar piştî dizîna ku di sala 2016an de li mala wî çêbû ye, “dixwaze koçber û bîyanîyan bikuje" bi nav kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.