NÛÇEYÊN KURDÎ

RAKIRINA BUSTÊ CEGERXWÎN DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, di derbarê rakirina bustê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ku ji alîyê qeyûmê Şaredarîya Êlihê ve hatibû rakirin de ji bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bibersivîne, pêşnîyaznameyek da meclîsê.

Di pêşnîyara Uca de wiha hat gotin: “Armanca rakirina bustê helbestvan û nivîskar Cegerxwîn ku yek ji girîngtirîn nirxên çanda Kurdî ye, çi ye? Li Êlihê bi dehan pirsgirêkên binesazîyê hene lê hûn hemû mesaîya xwe ji bo tunekirina zimanê Kurdî û nirxên çanda Kurdî derbas dikin vêya çawa dinirxînin? Sedema bêtehamulîya li hember çand û zimanê Kurdî çi ye? Ji bo pêşîgirtina li van kirinên nexweş fîkreke we heye? Li şaredarîyên ku qeyûm hatine tayînkirin, heta niha çend navên kuçe, kolan û parkên bi Kurdî hatine guhertin?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.