NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎRAN, 4 CIWANÊN KURD Û GIRTÎYÊN SÎYASÎ DARVEKIR

4 ciwanên Kurd ku ev 19 meh e li Îranê girtîyê sîyasî ne û ji bo serbestberdana wan xebateke demdirêj hatibû meşandin, îro serê sibê hatin darvekirin.

ÎRAN, 4 CIWANÊN KURD Û GIRTÎYÊN SÎYASÎ DARVEKIR

Li gor nûçeyên ku di çapemenîya dewleta Îranê de cîh girtine, danê vê sibehê saet derdora 05:00’an de 4 ciwanên Kurd ên temenê wan di navbera 26 û 29’an de ye, li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê hatin îdamkirin.

 

Girtîyên Kurd bi tohmeta ku têkîlîya wan bi rêxistina Îstîxbarata derve ya Îsraîlê Mossad re heye û ji bo êrîşkirina ser navendeke leşkerî ya li Îsfehan a Îranê “bi awayekî neqanûnî” ketine nav axa Îranê, bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.

 

Malbata girtiyan û Civaka Kedkarên Şoreşger a Kurdistana Îranê, îdîayên dewleta Îranê yên derbarê girtîyan de red kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.