DÜNYA

ÎRANÊ DEST DANÎ SER KEŞTİYEKÊ

Medyaya Îranê ragihand ku Îranê dest daniye ser keştiya barhilgir a bi Alaya Portekîzê ku tê îdiakirin girêdayî Îsraîlê ye.

ÎRANÊ DEST DANÎ SER KEŞTİYEKÊ

 

Medyaya Îranê ragihand ku  Îranê dest daniye ser keştiya barhilgir a bi Alaya Portekîzê ku tê îdiakirin girêdayî Îsraîlê ye.

Li gorî rapora ajansa Tesnîmê, Hêzên deryayî yên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danî ser keştiyeke barhilgir ku îdia dikin pêwendiya wê bi Îsraîlê re heye.

Hat îdiakirin ku keştiya bi Alaya Portekîzî ya bi navê MSC Aries a karsazê Îsraîlî Eyal Ofelê xwediyê kompanyaya Zodiac Maritimeyê ye û navenda wê li Londonê ye.

Radyoya artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya Xê de got:

“Beşeke keştiya ku hêzên Îranê li nêzîkî Tengava Hurmuzê dest danî ser bi îhtimaleke mezin a Îsraîlê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştî ji Îmaratê diçûye Hindistanê.

Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

Almanyayê ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku ji wî welatî derkevin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku aloziya niha ya li herêmê bi taybetî ya di navbera Îsraîl û Îranê de dibe ku bibe sedema rûdana metirsiyeke ji nişka ve.

Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin serdana Îranê. Almanyayê herwiha ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku di demeke kurt de ji wî welatî derkevin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.