NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎRAN JI BO 2 JINÊN PARÊZVAN ÊN MAFÊN LGBTÎ+BIRYARA DARDEKIRINÊ DA

Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ji bo du jinên parêzvan ên mafên LGBTÎ+ biryara dardekirinê hatine dayîn.

ÎRAN JI BO 2 JINÊN PARÊZVAN ÊN MAFÊN LGBTÎ+BIRYARA DARDEKIRINÊ DA

Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ji bo du jinên parêzvan ên mafên LGBTÎ+ biryara dardekirinê hatine dayîn.

Dadgeheka li Ûrmîyê bi îdîaya “fitne û bêexlaqî dixin nava civakê” Zahra Seddîqî Hamedanî (31) û Elham Choubdar (24) sûcdar dît. Li gor agahîya ji  Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê Norweç e hatîye bidestxistin, Hamedanî û Choubdar bi hinceta “belavkirina hemcinsî û xirîstîyanîyê” û li dijî Komara Îslamê li ser medyaya civakî beyanet dane, hatine sûcdarkirin. Cezayên wan ji alîyê dadgahê ve hat erêkirin û dadgeha Îranê dîyar kir ku sedama vê yekê aktîvîzm nîn e, qaçaxtîya mirovan e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.