GÜNDEM

RAPORA ÎHD’Ê YA WESAYÎTÊN ZIRXÎ: DI 15 SALAN DE 44 KES HATINE KUŞTIN

RAPORA ÎHD’Ê YA WESAYÎTÊN ZIRXÎ: DI 15 SALAN DE 44 KES HATINE KUŞTIN

RAPORA ÎHD’Ê YA WESAYÎTÊN ZIRXÎ: DI 15 SALAN DE 44 KES HATINE KUŞTIN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê rapora derbarê mirinên ku di encama wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran de ku li wan qelibîne eşkere kir.

Di raporê de hat bi bîr xistin ku di 7’ê hezîranê de li navçeya Gevera Colemêrgê çawişê pispor wesayît li zarokê 5 salî Erdem Aşkan qelibandîye û jîyana xwe ji dest daye.

Di daxuyanîya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên rojhilatê welat de 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatîyan qelibîne pêk hatine û 21 jê zarok 44 kes di van bûyeran de jîyana xwe ji dest dane, 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.

ÎHD di rapora xwe de got, “Em daxwaz dikin ku derbarê wan de lêpirsînên edlî û îdarî yên bi bandor bên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.