NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA PISPOR: ERDA DÎYAR GALERÎA LI SER HAT AVAKIRIN ÇIRAV BÛ

Di rapora pispor a li ser navenda danûstendinê ya Diyar Galeria û Bloqên Siteya wê ku di erdheja 6ê Sibatê de li Amedê hilweşîya de, hat diyarkirin ku berê qadeke çol bû ye.

Rapora ku ji aliyê heyeta pispor ve, derbarê Diyar Galeria ya ku di erdheja navenda Mereşê de hilweşiya û tê de 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hatiye amade kirin, pêşkêşê dozgeriyê hat kirin. Daxuyaniya S.S. yê ku di raporê de wek xwedî agahîye serî li îfadeya wî hatibû dayin, wiha dibêje, “Bi kurtasî 23 sal in ez van avahiyan nas dikim. Beriya ku ev cih bê çêkirin jî, li ser erdê parka Yıldız, Sînemaya Havînê ya Yıldız û Hewza Yıldız hebû.

Di qismê encamê yê raporê de wiha hat îfadekirin, "Guhertina cîyê stûnên bin avahîyan, rakirina dîwarên ku di plansazîyê de hatîye nîşandan û çêkirina derenceyên ku di plansazîyê de cîh nagrin û gelek guhertinên bêrêkûpêk bûne sedem ku avahî hilweşin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.