NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA TÛÎKÊ: ÇANDINÎ-GFE Dİ NÎSANÊ DE JI SEDÎ 0,6 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên Endeksa Bihayê Lêçûnên Çandinîyê ya Nîsana 2023an eşkere kir.

RAPORA TÛÎKÊ: ÇANDINÎ-GFE Dİ NÎSANÊ DE JI SEDÎ 0,6 ZÊDE BÛ

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên Endeksa Bihayê Lêçûnên Çandinîyê ya Nîsana 2023an eşkere kir.

Li gor daneyên ku hatin eşkerekirin, endeksa bihaya kelûpelên çandinîyê salane ji sedî 40,20 û mehane jî, ji sedî 0,63 zêde bû.

Li gor meha borî endeksa mal û xizmetên ku di çandinîyê de tên bikaranîn ji sedî 0,51, di endeksa mal û xizmetên ku tevkarîyê didin veberhênana çandinîyê, ji sedî 1,40 zêde bû.

Li gor bihayên endeksa lêçûnê ya ku salane kêm zêde bûne, enerjî û rûn ji sedî 3,32 û gubre û dermanên wekî din yên ji bo başbûna axê ji sedî 9,11 ye.

Li alîyê din bi rêjeya ji sedî 88,80ê mal û xizmetên din û ji sedî 84,14 jî malzemeyên din, di nava yên herî zêdebûne de ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.