NÛÇEYÊN KURDÎ

REQEMÊN ENFLASYONÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, bertek nîşanê reqemên enflasyonê yên ji alîyê TUÎK'ê ve hatin eşkerekirin da û mijarê anî rojeva meclîsê.

REQEMÊN ENFLASYONÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, bertek nîşanê reqemên enflasyonê yên ji alîyê TUÎK'ê ve hatin eşkerekirin da û mijarê anî rojeva meclîsê.

TÛÎK, rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê ji sedî 4,95 û enflasyonê ya salane jî ji sedî 78,62 ragihand. Paylan bi bîr xist ku Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) enflasyona meha Hezîranê ji sedî 8,31 û enflasyona salane jî ji sedî 175,55 ragihand.

Paylan wiha berdewam kir; "Zêdebûna meaşên teqawîtan û kedkarên cemawerîyê, li gor reqemên enflasyonê yên ku TUÎK’ê ragihandiye pêk tê. Ji ber ku tê zanîn rêjeyên enflasyonê yên ku TÛÎK’ê ragihandî ne rast in, ev rewş di nav raya giştî de dibe sedema bertekan.

Paylan, di pêşnûmeya ku ji bo bersivdayîna Alîkarê Serokomar Fuat Oktay pêşkêş kiribû de pirsen wiha pirsî; “Ma hûn nizanin ku kes ji hejmarên enflasyonê yên TÛÎK’ê bawer nake? Kê talîmata 'enflasyonê kêm nîşan bide' daye TÛÎK'ê? Haya we jê heye ku enflasyona gel herî kêm du qat ji enflasyona TÛÎK’ê zêde ye? Gelo hûn di ferqê de ku bi kêm nîşandana enflasyonê hêza kirînê ya gel diqedin?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.