NÛÇEYÊN KURDÎ

RESTORASYONA KONAXA CEMÎL PAŞA BI DAWÎ BÛ

Xebatên restorasyonê yên ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve li avahîya Konaxa Cemîl Paşa hatibû destpêkirin bi dawî bû.

RESTORASYONA KONAXA CEMÎL PAŞA BI DAWÎ BÛ

Xebata restorekirina Avahîya Konaxa Cemîl Paşa ya ku li navçeya Sûra Amedê ye û bi salan hat îhmalkirin, di Îlona sala borî de ji alîyê Serokatîya Daîreya Plansazkirin û Bajarvanîyê ve hatibû destpêkirin.

 

Li gor agahîya ku ji alîyê Şaredarîyê ve hat belavkirin, ekîbên ku ji bo restorekirina avahîya dîrokî li gor orîjînalê bê kirin xebat berdewam kirin û midaxeleyên ku bi çîmentoyê hatibû kirin, paqij kirin û avahî bi materyalên bi eslê xwe re hevaheng in hate xurt kirin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.