NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎRMEZ, DERBARÊ ŞEWATA DARISTANÊ YA ÇÎYAYÊ CÛDÎ DE PIRSNAME PÊŞKÊŞÊ MECLÎSÊ KIR

Derbarê şewata daristanên li Çîyayê Cûdî de pirsname pêşkêşê meclîsê hat kirin.

ÎRMEZ, DERBARÊ ŞEWATA DARISTANÊ YA ÇÎYAYÊ CÛDÎ DE PIRSNAME PÊŞKÊŞÊ MECLÎSÊ KIR

Derbarê şewata daristanên li Çîyayê Cûdî de pirsname pêşkêşê meclîsê hat kirin.

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, derbarê agirê ku li daristanên Çîyayê Cûdî pêketîye de, ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmaklî bi nivîskî bersiv bide, wiha pirsî, “Derbarê şewata ku di 26ê Tîrmehê pêketîye de, gelo xebatên vemirandinê hatîye kirin an na?

Şewatê çiqas berdewam kir?Di derbarê şewatên li qadên ewlekarîya taybet de qeydek hişyarîyê tê girtin an na?

Li Şirnexê di salek dawî de hejmara şewata daristanan çend e? Sedem çi ne? Bi giştî çend hektar qada daristanê wêran bûye yan jî zirar dîtîye? Di medyaya civakî û çapemenîyê de li ser dîmenên ku ji alîyê rayedarên hiqûqê ve ku rûyên wan bi awayekî zelal xuya dikin, gelo lêpirsîn hatîye destpêkirin?

Wêne kengî û li ku hatine kişandin? Çima Wezareta we ji bo şewatên daristanan ên ku ji ber leşkeran bi bomberdûman û rêbazên bi vê rengê çêdibin nakevin nava liv û tevgerê? Sedema ku heta niha di vê warê de gav nehatîye avêtin çi ye?

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.