GÜNDEM

ÎRO 11EMÎN SALVEGERA KOMKUJÎYA ROBOSKÎ YE

Di ser qetilkirina 34 welatîyên sivîl ku piranîya wan ji zarok û ciwanan pêk dihat û yekane çavkanîya debara wan bazirganîya li ser sînor e, di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de li nêzî gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê bi balafirên şer hatin bombekirin re 11 sal derbas bûn.

Serdozgerîya Komarê ya Amedê ku derbarê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin, di Hezîrana 2013'an de "biryara bêhiqûqîyê" dabû û dosya sewqê dozgerîya leşkerî kiribû. Di Çileya 2014’an de Serdozgerîya Leşkerî dîyar kiribû ku 5 leşkerên ku wek bersûc hatine binavkirin “di çarçoveya pêkanîna fermana qanûnê de erkên ku ji wan re hatîye tayînkirin pêk anîne, û di dema bicihanîna pêwîstîyên erkê de ji neçarî xeletîyek kirine. Ne bû sedem ku li dijî kiryarên wan dozek giştî bê vekirin" û biryara neşopandinê da. Piştê vê biryarê parêzerên ku ji bo 261 xizmên windayan wekîl girtibûn, di sala 2014’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. Di serîlêdanê de belgeyên 2 kesan kêm hat dîtin û hat xwestin ku bên temamkirin, lê ji ber "kêmasî di wextê xwe de nehatine sererastkirin" serlêdan hat redkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.