NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEGERÊN KU HATIBÛN BINÇAKIRIN 9 KES JI WAN HATIN GIRTIN

Ji 10 rojnamegerên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin.

ROJNAMEGERÊN KU HATIBÛN BINÇAKIRIN 9 KES JI WAN HATIN GIRTIN

Ji 10 rojnamegerên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin. 10 rojnamegerên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNews’ê ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 25’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin û îfadeyên dozgeriyê temam bûn. 9 rojnamegerên bi navê Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Denîz Nazlım, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahinli, Emrullah Acar, Habibe Eren û Oznur Deger ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin. Li aliyê din Mehmet Gunhan jî bi şertê qedexeya navneteweyî û kontrola edlî hat berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.