NÛÇEYÊN KURDÎ

SÛR Û BAXÇEYÊN HEWSELÊ KET LÎSTEYA 'MÎRATEYÊN DI XETEREYÊ DE'

Sûrên bajarên Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de."

SÛR Û BAXÇEYÊN HEWSELÊ KET LÎSTEYA 'MÎRATEYÊN DI XETEREYÊ DE'

Sûrên bajarên Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin xistin "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de."

Mezopotamya Ajansı’nın haberine göre, sokağa çıkma yasakları döneminde tahrip edilen ve daha sonra “imar” adı altında birçok tescilli yapının yıkılarak, yerine betonarmenin inşa edildiği Dîyarbakır’ın Sur ilçesindeki Tarihi Sur ve yapılarında inceleme yapan UNESCO, Surlara ve Hevsel Bahçeleri’ne dair taslak karar raporu hazırladı.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, UNESCO'yê bi lêkolîna sûr û avahîyên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê ku gelek avahîyên qeydkirî di bin navê "îmarê" de hatin xerakirin û li şûna wan betonarme hate lêkirin, UNESCO'yê pêşnûmeya biryarê ya li ser sûrên bajêr û Baxçeyên Hewselê amade kir.

Di raporê de ku behsa wêrankirinan tê kirin, hat destnîşankirin ku divê sûr û baxçeyên Hewselê bi "Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de" were parastin.

Biryara ku hê jî pêşnûme ye, tê payîn ku di civîna Navenda Mîrateya Çandê ya ku dê di 9'ê îlonê de li Rîyada paytexta Erebistana Siûdî bê lidarxistin, teqez bibe.

Midûra berê ya Muzeya Amedê Nevîn Soyukaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Xemgîn im! Tişta ku wê piştê van hemû rûxandinan û talanê biqewime ev bû.

Nava Sûrê bi awayekî plankirî û sîstematîk hat îmhakirin. UNESCO’yê biryar da ku Kela Amedê û Baxçeyên Hewselê ku mîrateya cîhanê ne, di bin navê Herêma Peyzaja Çandî ya Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de bê parastin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.