NÛÇEYÊN KURDÎ

SÎSTEMA RAGIHANDINÊ YA NEXWEŞXANEYÊ XIRABÛ, NEXWEŞ MEXDÛRE

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, nexweş ji ber xirabûna sîstema ragihandinê mexdûr dibin.

SÎSTEMA RAGIHANDINÊ YA NEXWEŞXANEYÊ XIRABÛ, NEXWEŞ MEXDÛRE

 

Li gor nûçeya Amîda Haber, ji ber xirabûna sîstema ragihandinê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê, nexweş nikarin rêz bigirin û formên ji bo nexweşan nayên dayîn.

Çend hefte berê derbarê îhaleya sîstema ragihandinê de ji dadgehê re gilî hatibû kirin. Welatîyên nexweş dîyar kirin ku li Nexweşxaneya Lêkolînê her tim pirsgirêk hene û gazinên xwe wiha anîn ziman, “Em bi saetan li benda muayeneyê ne. Tê gotin ku sîstem xelet e.

Em mexdûr dibin. Ev nexweşxane ji roja ku hatîye çêkirin heta niha her tim pirsgirêk hebûne. Wezaret û Midûrîyeta Tenduristîyê vê rûreşîyê nabînin? Me ji qedera xwe re terikandin e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.