GÜNDEM

SANCAR: ME SERÎ LI AYM’YÊ DA, DIVÊ BIRYAR BIMÎNE PIŞTÊ HILBIJARTINÊ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Derbarê dosyaya girtinê ya li dijî partîya xwe, li navenda avahîya partîya xwe civîna çapemenîyê li dar xist.

Sancar, anî ziman ku di doza girtinê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û dîyar kir ku di dosyaya girtinê de rêgezên hiqûqî yên gerdûnî li ber çavan nehatine girtin. Sancar wiha got, “Ev rewş ne rewşeke ku bi qanûnê were îzahkirin. Ev beşek ji operasyona sîyasî ye. Armanca vê dozê ev e ku sîyaseta demokratîk têxe binê zextê. Armanca vê dozê pêkanîna planên tasfîyekirina HDP'ê ye." Di berdewama daxuyanîyê de jî Sancar got, “Me daxwaz ji Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Me daxwaz kir ku pêvajoya dadgehê ji bo piştê hilbijartinên 18'ê Hezîrana 2023'an bê taloqkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.