NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYÊ WÊ EKÎBÊN GIRTINA QURBANAN AVA BIKE

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Cejna Qurbanê bê pirsgirêk derbas bibe, civînek li dar xist.

ŞAREDARÎYÊ WÊ EKÎBÊN GIRTINA QURBANAN AVA BIKE

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Cejna Qurbanê bê pirsgirêk derbas bibe, civînek li dar xist.

Di encama civînê de, Serokatîya Karûbarên Tenduristîyê ragihand ku ji bo ajal nerevin li cihên serjêkirin û firotinê, wê ekîbên beytar û girtina qurbanan ava bikin. Şaredarî, wê li cihên serjêkirin û firotina qurbanan dezenfeksîyon û li dijî kêzikan xebatên dermankirinê çêbike û wê bi hejmareke zêde konteynerên çopê bihêle. Her wiha wê hemû goristanên bajêr bên paqijkirin. Polîs, ji bo pêşî li serjêkirinên derqanûnî bigire, wê kontrolê bike. Cihên serjêkirin û firotina qurbanan wê bi avê bên şûştin. Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê jî, ji bo ku li qadên serjêkirin û firotinê xitimîna rogaran çênebe, wê li herêmê vîdanjor bihêle û kontrola tesîsên avê bike. Her wiha lavaboyên şûştina destan jî wê bên danîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.