NÛÇEYÊN KURDÎ

WÊ KURÊ SEROKKOMERÊ SOMALÎYÊ JI BO DOZÊ WERE TIRKÎYEYÊ

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, derbarê qezaya ku kurê Serokkomarê Somalîyê kiribû de got ku, "Di heyama pêş de wê bersûc were Tirkîyeyê û beşdarê pêvajoya darizandina li ser vê mijarê bibe.

WÊ KURÊ SEROKKOMERÊ SOMALÎYÊ JI BO DOZÊ WERE TIRKÎYEYÊ

 

 Wezîr Tunç di derbarê qezaya kurê Serokkomarê Somalîyê de pirsên rojnamevanan bersivand û wiha axivî; “Ez dixwazim dîyar bikim ku lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Pêşîtiya me berîya her tiştê hemwelatîyên me ne. Erka me ye ku em maf û qanûnên hemwelatîyên xwe yên mirine biparêzin.

Em ê ti carê rê nedin ku ti welatîyên me li hemberê bîyanîyan maf û qanûnên xwe winda bikin. Em ê heta dawîyê parastina welatîyên xwe bişopînin. Helbet biryar di çarçoveya rapora ku ji tiba edlî bê, ya daraza me ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.