NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXA ÎHD A AMEDÊ: 48 ZAROK MIRIN, 271 ZAROK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Şaxa ÎHD a Amedê "Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya 2022-2023'an" li avahîya Şaxê eşkere kir.

ŞAXA ÎHD A AMEDÊ: 48 ZAROK MIRIN, 271 ZAROK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê "Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya 2022-2023'an" li avahîya Şaxê eşkere kir.

 

Li gorê rapora ÎHD'ê, di encama binpêkirinên li dijî azadî û ewlehîya zarokan de herî kêm 191 zarok hatin binçavkirin û 3 zarok jî hatin girtin.

 

2 zarok di binçavan de, 1 li girtîgehan û 16 zarok li derve herî kêm 19 zarok rastê îşkence û miameleya xerab hatine.

 

Li bajarên herêmê herî kêm 2 zarok rastê tundîyê hatin.

 

Di encama kuştinên bi destê hêzên ewlehîyê yên ku li bajarên herêmê hatin kirin, 3 zarok jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.