NÛÇEYÊN KURDÎ

SAZÎYÊN SIVÎL ÊN SWÎSREYÊ: ROJNAMEVANAN BERDIN

Li Swîsreyê ji bo azadîya rojnamevanên ku li Amedê hatin binçavkirin, kampanyayek hat destpêkirin.

SAZÎYÊN SIVÎL ÊN SWÎSREYÊ: ROJNAMEVANAN BERDIN

Li Swîsreyê ji bo azadîya rojnamevanên ku li Amedê hatin binçavkirin, kampanyayek hat destpêkirin.

Zêdeyî 20 rêxistinên sivîl, partîyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ên li Swîsreyê, bang kirin û xwestin ku bi lêzgînî rojnamevan bên berdan. Di metna bangê de hat destnîşankirin ku li Tirkîyeyê zextên li ser azadîya fikir û ramanê zêde dibin û hat dîyarkirin ku rojnamevanên ku mijarên hikûmetê bêzar dikin û bi taybetî jî di derbara pirsgirêka kurd a Tirkêyeyê de dinivîsin, hedef tên girtin. Di bangê de hat ragihandin ku hikûmet, bi pêşnûmeyên qanûnên nû hewl dide ku zextan li ser azadîya raman û îfadeyê, di çarçoveya qanûnî de bike û bang li Tirkîyeyê hat kirin ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere. Çalakî bi banga hevgirtina azadîya fikir û ramanê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.