NÛÇEYÊN KURDÎ

SEFERÊN OTOBUSAN Û RÊZKIKÊN RAWESTGEHAN TÊN GUHERTIN

Daxwaza Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ya "Ji bo pêşî li tacîza li ser jinan bê girtin, seferên otobusan bên guhertin û rêzikên rawestgehê bên guhertin" hat qebûlkirin.

Navenda Mafên Jinan di serlêdana xwe ya ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de, ji ber êrîşên devkî û fîzîkî yên ku di saetên dereng de rastê êrîşan tên, daxwaz kir ku seferên otobusên bajaran bi awayekî dereng bên tertîpkirin.

Di serlêdana ku li ser navê jinan hat kirin de hat xwestin ku jin ji bilî rawestgehan jî ji otobusê bên peyakirin. Şaredarîya Bajarê Mezin di bersiva xwe ya ji bo serlêdanê de dîyar kir ku wê di vê mijarê de perwerdehîya ajokaran bê dayîn û hemû personelên hatûçûnê jî bi rêya SMSê bên agahdarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.