NÛÇEYÊN KURDÎ

SERLÊDANÊN TOKÎ’YÊ HEFTEYA PÊŞÎN WÊ LI GOR HEJMARÊN NASNAMEYÊ BÊ GIRTIN

Ji bo Projeya Xanîyên Sosyal a TOKÎ’yê îro serlêdan dest pê kirin.

SERLÊDANÊN TOKÎ’YÊ HEFTEYA PÊŞÎN WÊ LI GOR HEJMARÊN NASNAMEYÊ BÊ GIRTIN

Ji bo Projeya Xanîyên Sosyal a TOKÎ’yê îro serlêdan dest pê kirin.

Ji bo projeyê serlêdan dê di navbera 14 îlon û 31’ê cotmehê de li Bankaya Zîraat û Bankaya Halkê were kirin. Serlêdanên li ser e-Dewletê jî wê di 28’ê cotmehê de bi dawî bibe. Ji bo pêşî li giranbûna sîstemê werin girtin serlêdanên online dê qonax bi qonax bê girtin. Li gor vê biryarê yên ku dawîya hejmara nasnameya T.C.’ê 0 in di 14’ê îlonê ya 2022’yan de, yên dawîya wê 2 ne 15’ê îlonê, yên dawîya wê 4 in 16’ê îlonê, yên 6 in 17’ê îlonê û yên 8 in jî di 18’ê îlonê de dê karibin serlêdana xwe bikin. Ji 19’ê îlonê ya 2022’yan şûn de bêyî şertek hebe serlêdan dê were kirin. Her wiha hat dîyar kirin ku piştê daxuyanîya Serokomar Recep Tayîp Erdogan a derbarê xanîyên sosyalê de, malpera înternetê ya TOKÎ’yê ji bo çend saetan gelek giran xebitî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.