NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ AMRÎKA JOE BIDEN WÊ HERE ÎSRAÎL’Ê

Serokê Amrîkayê Joe Biden wê sibê serdana Îsraîlê bike û li ser "armancên şer û stratejîya Îsraîlê" agahîyeke berfireh werbigire.

SEROKÊ AMRÎKA JOE BIDEN WÊ HERE ÎSRAÎL’Ê

Serokê Amrîkayê Joe Biden wê sibê serdana Îsraîlê bike û li ser "armancên şer û stratejîya Îsraîlê" agahîyeke berfireh werbigire.

 

Wezîrê Derve yê Amrîkayê Antony Blinken di civîneke çapemenîyê ya li Tel Avîvê de ragihand ku Biden wê roja 17ê Cotmehê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike.

 

Blinken dîyar kir ku Biden wê "di demeke krîtîk de ji bo Îsraîl, herêm û cîhanê" biçe vî welatê û wiha got, "Amrîka wê li hemberê êrîşên Hamasê peyama piştgirîyê bide Îsraîlê."

 

Blinken destnîşan kir ku Biden wê peyama xwe ji aktorên sêyemîn re dubare bike ku dibe ku dixwazin ji alozîya heyî sûd werbigirin û êrîşê Îsraîl bikin da ku vê yekê nekin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.